Cohen diyar dike ku Rûsya û Çîn ketine ferqa giringiya bikaranîna zîrekiya kartêker ya di qada parastinê de û gotinên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bibîrtîne ku gotibû: “Yê di hilberîna zîrekiya kartêker de pêşeng be, dê cîhanê birêve bibe.”

‘RÛSYAYÊ ROBOTÊN KU DATAYÊN RADARAN ANALÎZ DIKIN GEŞEDAN’

Cohen mînakên gavên ku Rûsya û Çînê di vî warî de avêtîne nişan dan. Di gotarê de hat diyar kirin ku Rûsyayê robotên ku datayên radarê analiz dike û biryarê dide bê divê çi qasî bilez bibe an jî bilind bibe geşedane.

Herwiha hat gotin ku dîsa Rûsyayê Navgînên Hewayî yên Bêmirov û moşekên kruz geşedane û Çîn jî di vî warî de bipêş dikeve.