Belgefîlma bi navê Sûr: Ax û Welat qala dîroka mîrateya qedîm ya bajêr, tunekirina vê dîrokê û koçberkirina bi darê zorê û karîgeriya ku vê yekê li ser malbatan û takekesan kiriye dike. Belgefîlm di salvegera duyemîn a dorpêçkirina Sûrê de dê li Stenbolê li navçeya Şişlî li Navenda Çandê ya Bajêr ya Cemil Candaş bihata nîşandan.

Lê belê li gor daxuyaniya ku Kolektîfa Belgesela Sûrê ragihandiye, ‘Navenda Çandê ya Bajêr ya Cemil Candaş ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve rastî fişaran û gefan hatine ku belgefîlmê nîşan nedin. Hêzên ewlekariyê paşê jî gotine divê hûn destûrê ji bo nîşandanê werbigrin li gel ku pêwistiya vê yekê ji bo nîşandanê nîn be jî.’

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku: “Îro duyemîn salvegera dorpêçkirina Sûrê ya ji 2ê Berfenbara 2015an ve yê. Herêma Sûrîçî ku yek ji kevintirîn şûnewarên cîhanê ye, herwiha pênaseya qedexeya herî demdirêj jî wergirtiye. Sûrîçî ev tam 2 salane ku di jêr dorpêçê de ye. Fişare li ser belgefîlmê jî nîşan dide ku ne tenê herêma Sûrîçî, lê navê Sûrê bi xwe jî di jê dorpêçê de ye. Bi vê boneyê em careke din bang dikin ku ev dorpêç were rakirin.

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

27 − 25 =