Li gor daxuyaniya ku ji Ajansa Fezayê ya Rûsyaya Fedral hatiye ragihandin, peyka Meteor M ku bi moşeka Soyuz 2.1b ji bo rêgehê hatibû pekandin negihaye rêgehê. Hat diyar kirin ku pispor derbarê mijarê de lêkolînan berdewam dikin. Çavkaniyekê got ku dibe ku peyk ketibe okyanûsa Atlasê de jî.

Moşeka Soyuz 2.1b di saet 08:41 dê hatibû pekandin. Moşekê li gel xwe, tevî peyka meteorolojî yê Meteor M, dê 18 navgînên fezayê yên aîdê sazî û şîrketên Kanada, Amerîka, Japonya, Almanya, Swêd û Norveçê dê bi xwe re bibirana.

Bi baregeha fezayî ya sivîl a ewil a Rûsyayê Vostoçniy Rûsya dixwaze ku ji hewcedariya baregeha fezayî ya Baykonur a li Kazakistanê ku ji serdema Sovyetan maye xelas bibe. Di 28 Nîsan 2016an de ji baregehê moşeka ewil hatibû pekandin.

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

72 − 70 =