3d render of a DNA spirals

Zanyaran derbarê hucreyên sentetîk yên DNAyê de rêbazeke din bi pêş de birin. Li gorî rêbaza nû çavikên(hucre)DNAyê yên ku jixweber hatine sêwirandin û li gorî rêza ku ji berê de hatiye diyarkirin rêz dibin hate bi pêş de birin.

Ji Enstîtûya Wyss a li Zanîngeha Harvardê ya Amerîkayê lêkolîner Peng Yin û tîma xwe bi rezekirara ku navê wê Berteka Ewil a Veguherînê (PER) danîne du navgînên molekuler ku bi hemanhengî du fonskiyonên cuda tînine cih di dema pêşdebirinê de bi awayekî serkeftî bihevvekirin. Lêkolîneran ji hêla din ve du mekanîzmayê pêkhateyên-nanoyê ku dişibin orîgamîya-DNAyê û di heman demê jî sînyalên derrûdorê re hesas, şîyanî qeydê û nirxandinên mentiqî anîn ber hev.

Bîyologên sentetik û nano-biyolog ev demeke dirêje hewl didin ku DNA ya ku pêkhate bingehîn a hucreyên zindeganî ye bi awayekî sentetîk hewl didan carek din bisêwirînin û jinûve bihûnin, daku weke nano-hilberînerên ku dermanan avzê bikin an şewatên di bedenî de bikewînin an jî madeyên jehrî û hişyarkerên xwezayî ferq bikin û bertek nîşanî wan bidin bi pêş de birin.

Encamên berfireh ên lêkolînê di kovara Nature Chemistry de weşiyan.

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

91 − = 86