Misyona DYAyê ya li NYyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku “Misyona DYAyê ya NYyê îro ji Sekreterê Giştî yê NYyê re ragihandiye ku “beşdarbûna wê di Peymana Hêmanên Cîhanî ya Koçberiyê de bi dawî bûye. Beyana New Yorkê gelek hukman dihewîne ku bi polîtîkaya DYAyê ya penaber û koçberan re û prensîpên birêveberiya Trumpî re li hev nakin. Di encamê de Serok Trumpî biryar daye heta ku sala 2018an lihevkirineke navneteweyî di NYyê de pêk were, beşdariya welatê xwe di peymanê de rawestîne.”

Nûnera DYAyê li NYyê Nikki Haley di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Amerîka serbilind e bi xebatên xwe yên piştgiriya penaber û koçberan û got: “Divê her dem biryarên me yên de polîtîkaya koçberiyê de ji aliyê amerîkiyan ve werin dan.”

Encûmena Giştî ya NYyê sala 2016an bi yekdengî beyana Kıçber û Penaberan a New Yorkê qebûl kiribû ku tê de mafên penaberan tê parastin û derfetên kar û perwerdehiyê ji wan re tên dabînkirin û herwiha ji nû ve tên bicihkirin.

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

45 + = 52