Serokê Ajansa Zanyarî û Parastinê Lahor Şêx Cengî ragihand, ‘Çi bi xweşî, çi bi nexweşî, bi aştî yan jî bi şer ew dê vegerin Kerkûkê.’

‘Hîn Amerîkayê bawerî bi serkeftina Ebadî ya dijî DAIŞê neanîye’

Lahor Şêx Cengî di axaftina xwe ya roja Çarşemê (13.12.2017) ya li bajarê Ranya ku li hember malbatên şehîdan axivî de got, “Em dest ji Kerkûkê û navçeyên nakokî li ser bernadin û bi xweşî be yan nexweşî be, bi aştî be yan bi şer emê wan vegerînîn ser Kurdistanê.”‘GER IRAQ BÊHTIR MAFÊN KURDAN BINPÊ BIKE, EMÊ BI ŞER VEGERIN NAVÇEYÊN NAKOK’

Şêx Cengî herwiha tekez li ser wê yekê kir, “Eger hikumeta Iraqê bêtir mafên destûrî yên kurdan binpê bike, bi şer emê vegerin bo navçeyên Kurdistanî û car din azad bikin.”

Parlamentoyê bersiv da Şêx Cengî: Belgeyan pêşkeşî dozger bike û li dadgehê xwe biparêze

‘ABORIYA SERBIXWE BÛ SEDEMA QUTKIRINA MÛÇEYÊN HERÊMA KURDISTANÊ’Lahor Şêx Cengî li ser rewşa aboriya herêma Kurdistanê jî got: “Aboriya serbixwe ew bû ku nefta Kurdistanê bê haydariya parlamen û civata wezîrên Kurdistanê hate şandin bo derveyî welat û aboriya serbixwe bû bela û hikumeta Iraqê handa (palda) ku bike behane budçe û mûçeyên herêma Kurdistanê qut bike.”

 

TEILEN