Çaremîn Festîvala Şanoyê ya Navdewletî li Hewlêrê, li ser Keleha Hewlêrê bi merasîmekê îro dest pê kir.

Di festîvalê de 10 komên şanoyê beşdarî dikin û dê festîval ji 17ê mehê heta 22yê mehê berdewam bike.Pêşandanên şanoyê yên di çarçoveya festîvalê de, her roj ji saet 15:00 heta 18:00an dê dom bikin û dê pêşandanên şanoyê li holên Rêveberiya Huner û Şanoyê û Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê werin kirin.

JI BEXDAYÊ BO MÊVANÊN FESTÎVALÊ ASTENGIYA VÎZAYÊ

Li gor medya herêma Kurdistanê, ji bo festîvala ku bi sponsoriya Kurdistan24 TVyê tê birêveberin, gelek mêvanên biyanî jî hatine vexwendin lê ji ber pirsgirêkên vîzayê yên ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve hatine derxistin, gelek kesên vexwendî nekarîne beşdariya festîvalê bikin.

TEILEN