Hat ragihandin ku asîmanzanan li fezayê, nêzî Pergala Rojê, gerestêrkeke xwedî iqlîma mûtedîl a bi qasî dinyayê mezin keşif kirine.

Li gor nûçeya BBC yê li Raçavxaneya La Silla ya li Şîliyê bi alîkariya Sondaya Gerestêrkan ya Leza Radyalî a Teqeziya Zêde ev gerestêrk hatiye keşfi kirin û bi 11 salên ronîyê dûrî dinyayê ye. Ev gerestêrk gerestêrka duyeme ku ya herî nêzî dinyayê ye. zanyaran navê gerestêrkê Ross 128 b danîne.

Ross 128 b, li dora stêrka xwe ji mesafeya dinyayê a ji bo rojê bi 20 qatan nêzîktir dizivire. Hat ragihandin ku stêrka wê ya piçûk ji ber ku ji rojê piçûktire û ne zêde birqoneke, ev gerestêrk ji dinyayê kêmtir rastî radyasyonê hatiye.

Astronom dibêjin ku germahiya rûberê  Ross 128 byê nêzî germahiya dinyayê ye.

Tê zanîn ku rûberê gerestêrka herî nêz Proxima byê, li gor yê Ross 128 byê ji bo jiyanê xerabtir e.