Derket holê ku Googleyê datayên lokasyonê yên bikarhênerên navgînên androîd dişopîne û wan dide hev. Girtine serwîsên lokasyonê, bikarneanîna sîm kartê an jî bikarneanîna bername û sêpanan jî nabe asteng ku Googleyê van datayan bi dest bixe.

Ev îhlala ku bi lêkeolîna Quartzê derket holê, ji aliyê berdevkekî Googleyê ve ku navê xwe nedaye hat qebûl kirin.

Navgînên ku bi nivîsbariyên androîd dixebitin, ji serê sala 2017an ve bi saya îstasyonên bazê yên nêzîk datayên lokasyona bikarhêneran dide hev û kêliya ku bi înternetê ve tên girêdan van datayan dişîne Googleyê.

Bi şandina datayên ji aliyên gelek îstasyonên bazê ve şîrket derbarê lokasyonên bikarhêneran de agahiyên gelekî zelal bi dest dixe. Bi saya vê sepanê Googleyê derbarê lokasyon û tevgerên bikarhêneran de digihe gelek datayan ku ev hêviya nepenbûna bikarhêneran jî derbas dike.

Navgînên androîd, dema serwîsên lokasyonê girtî jî bin û ji bo eyarên febrîqeyê werin vegerandin jî dîsa datayên navnîşanê dişîne ji Googleyê re.

TEILEN

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

89 + = 91