Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya Qûdsê, Amerîka bû yekemin dewlet ku Qûds weke ‘paytexta Îsraîlê’ nas kir. Piştî vê yekê dêw ên înternetê jî ketine pêşbaziyê.

Piştî ku Trump biryar ragihand Motora lêgerînê ya amerîkî Googleê demldest di sepana xwe ya xerîteyan de ji dêvla Televîvê Qûds weke ‘paytexta Îsraîlê’ nîşan da.

Di lêgerîna Googleê de jî dema li Qûdsê tê gerandin encama ‘paytexta Îsraîlê’ derdikve.

DI YANDEX Û WÎKÎPEDYAYÊ DE…

Yandex a ku weke alternatîfa Googleyê derdikve pêş jî malpera xwe rojane kir û di hem di lêgerînê de hem jî di sepana xerîteyan de Quds weke ‘paytexta Îsraîlê ya ku tê îddiakirin’ nişan da.

Herwiha di Ansîkolpediya Wîkîpedîayê de jî bi heman awayê Yandexê di qutiya danasînê de Qûds weke ‘paytexta Îsraîlê ya ku tê îddiakirin’ nîşan dide.