Yek ji problema herî mezin a tendirustî ya însanan kişandina cixare û qebzbûn e. Başe problema qebzbûn û cegera reş çawa paqij dibe. Spûtnîkê ji bo xwendevanên xwe lêkolînek kir. Her roj sibehê bi xwurînî vexwarina ava şîrgermî ya bi lîmon cegera reş ji toksîna paqij, hezma xwarinê hêsan, problema qebzbûnê çareser û metabolîzmayê aktiftir dike.

Yek ji sewzeyên herî bi bandor ku laşê însan ji toksîna paqij û rû delal dike jî Avokadoye. Li gorî lêkolîneke Japonyayê Avokado cegera reş paqij dike û ji toksîna diparêze.

Gihayê herî baş ji bo paqijkirina edabê Zerdeçal e. Zerdeçal hem pêşiyê li pençeşêrê digre, hem cegera reş paqij û hem jî metabolîzmayê rêkûpêk dike.

Vexewarina avê jî yek ji rêyên paqijkirina cegera reş e. Rojê vexwarina 6-8 qedeh av gurçik, cegera reş û donê zêde yê laş paqij dike.

Rojê xwarina diranek sîr metabolîzmayê xurt dike û bedene li hemberî bakterî û vîrûsan diparêze. Ji bo ku di nava sîrê de madeyê sulfur heye cegera reş paqij û rêkûpêk dike.

Çaya şîn yek ji gihayê herî bi bandor e ku cegerê paqij dike û ev jî ji aliyê pisporan ve hatiye îspatkirin. Çaya şîn zirarê arakê kêm dike û însanan ji nexweşiyên wekî tumor û hepatîtê diparêz e.

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

99 − = 97