Koma Rastak ji 9 mêr û 2 jin, bi tevahî ji 11 kesan pêk tê. Kom di konser û albûmên xwe de li gel amûrên muzîkê yên herêmî yên Îranê, cih dide amurên rojavayî yên wekî gîtara bass, kontrabas û amûrên din jî. Koma ku bêhtir bi aranjeyên xwe û jenandina amûrên cûr bi cûr derdikeve pêş, pirrengî û pirdengiya kultûra Îranê derdixe pêş. Kom di konser û albûmên xwe de stranên zaravayên farisî û herwiha kurmancî, azerî û tirkî jî distire.

Endamê Koma Rastak Hemîd Bolendhîmet ku bi di albûma dawî de beşdarî komê bûye û ûstadê amÛrên wekî zirne, tulum, mey, bilûr û gelek amûrên din yên ku bi pifkirinê tên jenandinê ji Sputnikê re axivî û qala Koma Rastak kir: “Rastak ev 20 sal in ku dest bi xebatên xwe yên li ser muzîkên gelêrî yên Îranê dike. Ji bo kar û barên daneberhevê, çû gelek bajarên Îranê, çû hizûra ustadên xwecihî yên mûzîkê, da ku mûzîkên xwecihî û amûrên mûzîkê yên xwecihî ji çavkaniya wan fêr bibe û bi qasî ku derfêt rê bidin bi awayekî resen derbixe holê. Lê tu cara îdîayeke Rastakê ya wiha çênebû ku bêje îlleh em ê wan muzîkan wekî orîjînalê wan îcra bikin. Sedema vê yekê jî ew e ku kultûrên Îranê pir dewlemend û pir cûre ne, bi heman awayê orîjînal îcraya wê muzîkê encex ji aliyê kesên endamê wê kultûrê bin dikare were pêkanîn. Ev karekî pir zehmet e. Divê kesek di nava wê kultûrê de be, wê kurahiya kultûrê bizanibe ku bikaribe xweş îcra bike; mesela wekî kultûra Kurdistanê, wekî ya Azerbaycanê, da ku bikaribe hurgiliyên wê muzîkê bi awayekî orîjinal îcra bike.”

Bolendhîmet da zanîn ku her endamekî komê aîdê kultûreke Îranî ye û weha pê de çû: “Her yek ji me ji dereke Îranê ye. Mesela ez bi xwe ji Bakurê Xorasanê me, hevalên din ji Mazenderanê, ji Kurdistanê û deverên din in ku her yek ji me mensûbê kultûreke din e. Herwiha em diçin li wan deran digerin, lêkolînan dikin û em gelekî dixwînin. Em hewl didin ku bi muzîkên gelêrî yên Îranê re têkiliyê deynin da ku gêncên ku wê mûzîkê nas nakin û cimeate ku hay ji muzîka gelerî nîn r pê bihesin û di navbera wan de pirekê çêbikin. Di vî warî de em çi qasî serkeftî ne ew jî teqdîra guhdêran e. Divê ew nêrînên xwe bi me re parve bikin. Lê tişta ku ji destê me tê em dikin ya rastî.”

Bolendhîmet qala enerjî û sînerjiya komê ya li ser dikê kir û wiha berdewam kir: “Di muzîkên gelêrî yên Îranê de jî wekî di yên hemû cîhanê de heyî, stranên bi kêf û coş hene. Ev hesteke coşiyê dide mirov, ev enerjiya wan heye. Hevalên me jî li ser van stranên wisa gelekî xebitîn û tişta ji destê wan hatin kirin, dikarim bêjim ku ew stran jiyan. Ji ber vê yekê dema em derdikevin ser dikê em li rûyê hev dinerin, peywendiyekê datînin û bi tevgerên hevpar li ser dikê em hewl didin ku kêfê bistînin. Muzîkjen wê enerjiyê didin hevûdu. Bîner jî dibin sedem ku em enerjiyeke xweş ji wan bistînin.”

Herwiha guhdêran jî kêfxweşiya xwe ya ji konserê anîn ziman û nîşandan ku ew komê dişopînin. Ozgur Bektaş Kiliç bi şîroveya xwe destnîşan kir ku guhdêrekî baş yê komê wiha pê de çû: “Zêdetir stranên di albûmê de gotin. Ji bo vê konserê du stran amade kiribûn. Yek jê straneke Tirkî ya bi navê ‘Kara Uzum Habbesî’ bû. Ji ber ku Koma Kardeş Turkuler dişopînin, ew stran nêzî wan îcra kirin. Lê ji Kardeş Turkuler xweştir gotin. Ez wekî şexs aranjmanên Rastakê ji yên Kardeş Turkuler baştir dibînim. Ji bilî wê bi taybetî straneke Kurmancî gotin. Îhtîmaleke mezin ew straneke Bakurê Xorasanê bû. Dîsa îcrayeke pir xweş bû. Stranên ku gotin bi qasî tomarên studyoyê ne xweş bûn lê performansa wan ya li ser dikê nûwaze bû. Bi taybetî Hemîd Bolendhimet ê ku nû beşdarî komê bûye ku hemû amûrên bi pifê tên jenandin dijene, bi performansa xwe ya li ser dikê nûwaze bû. Dikarim bêji ku wî pêşandana xwe kir.”

Burcu Taşçi jî da zanîn ku wê berê kom li ser YouTubê dişopand û weha axivî: “Li gel ku ji zimanê wan fêhm nekim jî muzîka wan bi min nûwaze tê. Pêrformansa wan ya li ser dikê jî gelekî baş bû. Bi taybet strana wa ya bi navê Sewzalê gelekî xweş e û enerjiyekê dide mirov. Straneke bi kurdî û yeke bi tirkî jî gotin ku diyare taybet ji bo guhdêrên Stenbolê amade kiribûn. Min gelekî eciband.”

Yek ji organîzatorê konserê Şiyar Şerîf jî derbarê konserê de got: “Hewcedariya vê komê ji bo vî gelî jî hebû ji bo vî alî jî hebû. Lewra gelek kesên ku li Îranê dijîn li Rojhilata Navîn dijîn li vê derê ne jî. Me xwest ku ew hêz, ew kelecan li vê derê jî bê jiyîn. Armanca me ev bû. Wekî din ev bû konsereke piştgiriyê ye. Em ê beşek ji dahatên vê konserê bişînin ji bo erdhejzedeyên Kirmanşanê.”

KONSERA LI AMEDÊ JI BO DEMEKE PÊŞ HATE TALOQKIRN

Herwiha divê were gotin ku konsera ku hatibû ragihandin dê li Amedê birêve biçe ji bo dîrokeke pêş hatiye taloq kirin. Aram Dildar ê ku di organizeya konserê de cih digre diyar kir ku; “Ji bo coşeke mezintir û konserteke xweştir dê konser di demek pêş de were li darxistin.” Lê belê hêjayî gotineyê niha dîrokeke diyar ji bo konserê tune ye.”

 

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

83 + = 85