Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku daxuyaniya dîrektorê berê yê CIAyê John Brennan a ku gotibû ‘Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ji serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ditirse’ şaş e.

Peskov di daxuyaniya xwe ya îro de li ser pirsa rojnamegerekî got, “Ev texmîneke şaş e”

Brennan daxuyaniyên Serokê dewleta Amerîlayê Donald Trump yên derbarê serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û hilbijartinên Amerîkayê nirxandin û got, serokê Amerîkayê ji aliyê serokê rûs ve hatiye tirsandin an jî texmîn kiribû ku lêpirsîna derbarê mudaxaleya Moskowayê wan ditirsîne.

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

82 + = 90