Pisporê beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Şevket Donmez derbarê vê yekê de diyar kir, “Şûnwarên me dîtine, yê serdema Persiyan e û dikare zanyariyên me yên derbarê dîroka olan a Anatolyayê biguherîne.

Dîroka vê derê digihîje Beriya Zayînê (BZ) 500 salan. Me peresetgeheke agirperestan peyda kir ku ev yek jî dikare derbarê Zerdeştiyê de agahiyên nû bide me. Li odeyekê wê perestgehê cihekê pîroz ê agir heye. Di odeyên din kevirên nexişkirî hene. Me alavên di vê perestgehê de eşkere kirin.”

Prof. Donmez ragihand ku ev vedîtina wan ji bo zanyariyên derbarê olên semawî de dê gelekî kêrhatî ne û Donmez wiha pêde çû, “Tu berhemên wiha yên 2 hezar 500 salî li Îranê nîn in. Ev li Anatolyayê derketine holê. Bi vî awayî Anatolya jî dibe cîh û warê Zerdeştiyan. Êdî Anadol jî dê weke welatê wan ê pîroz were binavkirin.”

Akademîsyenê Beşa Arkeolojiyê li Zanîngeha Stenbolê Donmez diyar kir, ku mirovên wê demê gelek ji hawîrdor û jîngehê hez kirine, lewma li dora cihê xwe park çêkirine û sîstemeke nûwaze ya olî ava kirine.