Li bajarê Hewlerê, paytexta Herêma Kurdistanê îro cara yekeme Konferansa Zanistiya Dermansazî û Kontrola Kalîteyê tê birêvebirin. Li gorî agahiyên Rûdawê Rêveberê Kontrola Kalîte ya Dermanan Dr. Goran Rojbeyanî ragihand ku ev cara yekeme konferanseke wisa tê lidarxistin û got, konferans wê du rojan bidome.

Dr. Rojbeyanî anî ziman ku di warê dermansazî û kontrola kalîte ya dermanan de zêdetirî 300 pispor û bijîşk wê beşdarî konferansê bibin û konferans wê di çarçoveya 3 panelên zanistî de were birêvebirinn.

Rojbeyanî got, “Armanca me ya pêşîn bipêşxisitna dermansaziyê ye û başkirina kontrol kalîteyê ye.” Goran Rojbeyanî herwisa da zanîn ku ew hewl didin nirxê dermên li her derê bike yek buha û dermanên sixte û qaçax li bazaran nehêlin.

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

75 + = 82