Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû îro duşemê ragihand, Îsraîlê ji DYA û Rûsyayê re diyar kiriye ku dê li ser sînorên Sûriyeyê li gorî pêwîstiyên xwe yên ewlekariyê reftar bike.

Netenyahû di daxuyaniyeke li himberî endamên partiya Likudê ya parlementoyê de got, sînorên xwe kontrol dikin û welatê xwe diparêzin û dê her wiha berdewam bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê derbarê mijarê de wiha axivî: Me ji hevalên xwe re jî got, pêşî li Washingtonê û herwiha hevalên me yên li Moskowê re jî got ku Îsraîl dê li Sûriyeyê ku başûrê Sûriyeyê jî tê de ye li gorî têgihiştina xwe û pêwîstiyên xwe yên ewlekariyê bixebite.”

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

5 + 4 =