Libata ku bi binşaneyên mirovan tê sazkirin û di mişkên ku ji newqê û jêr ve felçbûyî de hatin bicihkirin, bû sedem ku ew ajal bêyî alîkarî bimeşin.

Lêkolîna ku encamên wê di kovara “Frontiers in Neuroscience” de hatin weşandin, nişan da ku binşane di tedawîkirina xisara medûlayê de xwediyê potansiyeleke mezin in.

Di çarçoveya lêkolîna ku bi serokayetiya Dr. Shulamit Levenberg hatkirin de, ku ji Enstîtuya Teknolojî ya Technion-Israelê, binşaneyên mirov ên ku ji tebeqeya xavika dev hatine girtin di mişkên transeksiyoniya medûlayê derbaskirine de hatin bicihkirin.

Zanyaran ew binaşen di hin deren cuda yên medûlayê de bi cih kirin û li gel vê yekê îskeleteke sê alî ya ku navîngehekê ji bo pêgirtin, mezinbûn û piştgirtinê pêkan dike, çêkirin.

JI SEDÎ 42yên MIŞKAN LI SER LINGAN SEKINÎNIN

Hat diyarkirin ku ev libata binşaneyan di xwe de dihewîne, di heman deme bi trombînî û fîbrojena mirov tê xwedîkirin.

Hat çavdêrîkirin ku 3 hefteyan piştî bicihkirina şaneyan ji sedî 42yên mişkên ku ji newqê û jêr ve felçbûyî li ser lingan sekinîne û meşiyane.

Herwisa hat destnîşankirin ku ji sedî 75ên mişkan jî bersiv daye hişyarkerên ku di lingên wan ên paşiyê û dêlên wan de hatine bicihkirin.

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

+ 58 = 67