Duh Serokê DYAyê Donald Trumpî Quds wek paytextê Îsraîlê nasîbû. Çavkaniyê got: “Em ji biryara Amerîkî nîgeran in. Em Quda Rojhilatî wek paytextê Îsraîlê dinasin û ya rojavayî jî wek paytextê Filistînê dinasin.

Di nerîna me de ev nerîn hevseng e. Di dawiyê de pêwîst e ku gotûbêjên filistînî û îsraîlî bigihêjin çareseriyeke li ser bingehê “du-dewletbûn”ê(Filistîn û Îsraîl) ku bikarin bi aştiyane li kêleka hev bijîn.”

Di berdewamiya axiftina xwe de çavkaniyê got: Rêbaza rûsî li vir ev e. Em piştgiriya hemû biryarên Encûmena Ewlekariyê, komeleya giştî û destpêşxeriya aştiyê ya erebî dikin.”

Herwiha got ku biryarên DYA yê yekalî ne û ti sûdê nagihînin bipêşdeketina gotûbêjên navbera herdû aliyan.

Çavkani: Sputnik