Li gorî nûçeya Adelaidenowê, bijîşkan li Zanîngeha Queenslandê ya Awustralyayê lêkolînek kiriye ku 460 kesên temenê wan ji 18 heta 70yê tê de beşdar bûne.

Dr. Michele Lastellaya ku serperiştiya lêkolînê dike got ku 64% ji beşdaran piştî seksê baştir radizên û 50% ji kesên tev li rapirsînê bûne diyar kiriye ku piştî seksê xeweke kûr dikin.

Herwiha Lastellayê diyar kir ku seks dibe sedem ku madeyin biyokîmyawî werin berdan ku ji madeyên di rewşên asayî de tên berdan cuda ne û got: Ji ber prolaktîn and oksîtokîn bilind dibin konsantrasyona hormona fişara derûnî ya kortîzolê kêm dibe di encamê de ev madeyên biyokîmyawî dibin sedema hesta sistibûn û aramiyê.

Birêveberê vekolînê jî diyar kir ku seksa berî xewê gelek sûdê dide ji ber wan dûrî kêşeyên jiyanê dixe û herwiha wan dûrî telefonên bêrîkan jî dixe ku dibin sedema westînê.

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here

82 + = 91