Wezareta Perwerdeya Iraqê zimanê Rûsî jî xist nav berameya xwe.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdeya Iraqê de hat gotin, “Wezaretê di civîna 12ê Mijdarê de biryar standiye, zimanên Rûsî û Îspanyolî wekî dewlemendkirina zanînê di perwerdeyê de cî bigirin. Dê digel vê jî xwendekar ji van dersan nekevin ezmunê.”

Wezaretê ragihand, ew hewil didin dersên ji xwendekaran re giran tên kêm bikin û li şûna wan dersên modern bidin fêrkirin.